Ji Bo Di Google De Kurdî Hebe Îmze

Ji bo ku zimanê Kurdî di bernameya ferhenga Motora lêgerînê ya Googlê de cih bigire,dest bi qampanyayê hat kirin.

Di malpera"Imza.la"  ku ji ser înternetê tê lidarxistin de ji bo motora lêgerîna Googlê di xizmeta ferhenga xwe de cih bide kurdî,qampanyayek hat dest pê kirin.

Li gorî xebera radikal.com.tr yê di qampanyaya ku bi navê “Ji bo zimanê Kurdî  ku 40 milyon mirov bikartîne di bernameya  ferhenga Motora lêgerîna Google de cih bigire, qampanyaya îmzeyê”  tê meşandin de heta niha 15070 imze hatiye komkirin.

Tê zanîn ku zimanê kurdî li temamiyê cîhanê, ji aliyê 40 milyon kes tê axaftin.  Di bernameya ferhenga Googlê de zimanê Katalanan yê  wekî kurdan dijîn cih digire lê zimanê Kurdî  di vê ferhengê de cih  nagire.  Ji ber vê yekê vî zimanî  ku ji aliyê gelek  kesan tê axaftin di Googleyê cih nagire wekî neheqiyek mezin tê ditin. Xeberên Kurdî

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin