Êrîşên Îsraîla rejîma terorê yên ku li ser Ğezzeyê hatine rastkirin, li Bruksela paytexta Belçîkayê bi meşa spî hatin protestokirin.
Protesto di serkêşiya komelên Filistînê de pêk hat. Grûbên ku li ber Gara Bakur civiyan, heta ber parka sala 50 ya nêzî sazîyên Yekîtiya Ewrûpayê meşiyan.
Protestovanan, alayên Filistînê hilgirtin, li dijî rejîma terorê slogan avêtin. Gelek jin jî tevlî protestoyê bûn û bi sedan balonên spî ber bi asîmanan ve berdan.
Protestovanan di beyanatên ku bi Fransî û Flemenî hatin xwendin de dan zanîn ku ji ber kirinên xwe divê rayedarên Îsraîla siyonîst, bi sûcên herbê bên mehkemekirin.
Li Hollandayê jî ji bo Ğezzeyê, Şeva Piştgirîyê hat lidarxisin. Çalakî ji aliyê Grûba “Ji bo Filistînê rabe ser xwe” ve hat tertîbkirin. Hat îfadekirin ku pereyên ku di bernameyê hatine civandin, ew ê ji bo înşaeteke mektebê ya li Ğezzeyê bên serifandin.
Ji bo bal bikşînin ser drama li Ğezzeyê, hinek tîşort xisûsî hatin dirûtin û di şevê de hatin firotin. Hunermendin ji Ewrûpa û Tirkiyê, sîyasetmedarên herêmî, temsîlkarên saziyên sivîl û ji cûrbecûr neteweyan însan tevlî şevê bûn.
Endamê meclîsa Belediya Rotterdamê yê Partîya Nîdayê Aydin Peksert jî beşdarî bernameyê bû û da zanîn ku ne mumkîn e ku mirov ji doza Filistînê re bêdeng bimîne.