Ji Bo Ğezzeyê Agirbesta Daimî

îsraîla melûn jı ber ku dı qetlîamên xwe de zayîata ku texmîn nedıkır da, pıştî 51 rojê agırbest qebûl kır. wê jı bo agırbesta daımî, her du hêl lı qahîreyê dı hukmê mehekê de bên cem hev. pıştî agırbest ket merıyetê, îdara hamasê beyan kır ku lı ber îsra

Îsraîla siyonîst di qetlîamên xwe yên 51 rojê de, hezîmeteke mezin xwar û agirbest qebûl kir.

Di muzakereyên ku li Qahîreya paytexta dihatin meşandin de agirbesta daimî pêk hat.

Lîderê el-Fetîhê Mehmûd Ebbas beyan kir ku di muzakereyan de lihevkirin pêk hatiye û di saeta 19ê ya herêmî de agirbest ketiye meriyetê. Ebbas di weşana zindî de wiha got:

“Ez hêvî dikim ku bi vê agirbestê, malzemên alîkariyê yên hewce û maddeyên ji bo ji nû de avakirina Ğezzeyê, bigihêjin xelkê me û Ğezzeyê. Em ê bi hev re neteweke nû ava bikin û îşgalê bi dawî bikin.” 

Wezareta Karên Derve ya Îsraîla siyonîst jî beyan kir ku agirbesta ku Misrê teklîf kiribû qebûl kirine.

Piştî agirbest ket meriyetê îdara Hamasê beyan kir ku li ber Îsraîla siyonîst zafer bi dest xistine. Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî wiha got:

“Berxwedana Filistînê, tiştê ku ordiyên ereb bûn yek û nikaribûn bikirana kir û di dawiya êrîşên 51 rojê de, serkeftî bû ku pirê daxwazên xwe pêk bîne. Zafera ku bi fedekariya xelkê hatiye qezenckirin, ji vebûna deriyên sînor zêdetir, bi sedema ku rêya azadiya Filistîn û Qudsê vekiriye girîng e.”

Lîderê Hamasê Xalid Meşal li Serokwezîr Erdoğan geriya û di heqê pêvajoya agirbestê de agahî dan.

Di agirbestê de ji bo rakirina ambargoyê, maddeyên wiha cî digrin:

-Ew ê Hamas û hemû grûbên din ên Filistînê, avêtina roket û hawanan ya bi ser Îsraîlê de bisekinînin.

-Ew ê hemû êrîşên Îsraîlê bên sekinandin û wê Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Ğezzeyê bi dawî bike.

-Ew ê hemû deriyên sînor bên vekirin.

-Ew ê destûr hebe ku alîkariyên însanî têkevin Ğezzeyê.

-Ew ê kontrola deriyên sînor têkevin destê hikûmeta lihevkirinê.

-Ew ê destûra têketina alîkarî û pereyî hebe ku di kontrola hikûmeta lihevkirinê de ji bo Ğezze ji nû de bê avakirin. 

-Ew ê ambargoya Îsraîlê ya li ser behra Ğezzeyê ji bo masîvanan bi destpêka 6 mîlan ve hêdî hêdî sivik bibe.

-Ew ê pirsgirêka elektrîkê bê çareserkirin.

-Her wiha bi lihevkirina dumend Misrê jî qebûl kir ku deriyê Refahê veke.

Hêla Filistînê dixwaze mehek piştî ku agirbest ket meriyetê di muzakereyan de evan madde bên qebûlkirin:

-Endamên Hamasê yên piştî kuştina 3 yahûdiyên îşgalker hatibûn girtin bên berdan.

-Firogeha Ğezzeyê ji nû de bê avakirin ku aktîf bibe.

-Li Ğezzeyê ji bo bazirganiyê lîmanek bê avakirin.

-Hamas dixwaze hesabên sekinandî yên 40 hezar polîs û wezîfedarên hikûmetê yên filistînî bên aktîfkirin da ku meaşên xwe yên ku ev serê salekê ye nikarin bigrin, bistînin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar