Ji Bo Ğezzeyê Santrala Seyar

Tırkıyeyê qırar da ku santrala seyar bışîne ğezzeya ku jı ber êrîşên îsraîla rejîma terorê, bınesazîya wê ya enerjîyê hılweşîyaye. lı alıyê dın bırîndarekî ğezzeyê yê lı tırkıyê dıhat tedawîkırın can da.

Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Sirûştî Taner Yildiz beyan kir ku wê Tirkiye santrala seyar bişîne Ğezzeyê.


Wezîr Yildiz bi meslekdaşê xwe yê Filistînê re hat cem hev û beyan kir ku heta ku santralên ji bo heyamên navîn û dirêj bên avakirin, ew ê santraleke seyar bişînin Ğezzeyê.


Wezîrê Enerjîyê yê Filistînê Ömer Kittaneh jî da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de însaniyet bûye hedef, jin û zarok hatine qetilkirin, camî û nexweşxane û binesazî hatine texrîbkirin. Di heyama agirbestê de bûne şahid ku li Ğezzeyê hilweşîn û texrîbateke ku nayê eqilkirin qewimîye.


Li aliyê din birîndarekî Ğezzeyê yê li Tirkiyê dihat tedawîkirin can da. Wezareta Tenduristiyê bi beyana nivîskî îfade kir ku pey xebatên zêde yên dîplomatîk, 25 birîndarên Ğezzeyê anîbûn Tirkiyê. Ji wan yekî rehmet kir, yek tabûcî bû û tedawiya 23 kesan jî dewam dike.


Her wiha Serokê karên Diyanetê Mehmet Görmez, di heqê alîkariya ku ji bo Ğezzeyê dane destpêkirin de civîna medyayî li dar xist. Pey civînê pirsên rojnamegeran bi cewab kirin û îfade kir ku çer ku derî vebûn, wê ji ziyaretkirina Ğezzeyê ya digel heyeteke ji aliman pêk tê, zêde muşerref û bextewar bibe.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"