Ji bo her du encamên dê di netîceya referandûmê de derkevin em nikarin bibêjin ev rast e

Serokê Giştî yê HAK-ÎŞê Mahmut Arslan li Dîlokê di bernameya ‘Kapasîteya Lihevkirina Karker û Kardêran’ de axivî û destnîşan kir “Ji bo her du encamên dê di netîceya referandûmê de derkevinem nikarin bibêjin ev rast e.”

Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir pergela serokomariyê û ya parlementeriyê jî  di nav xwe de bi sepanên xwe cudahiyan derdixin meydanê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê em di derheqê her duyan de jî bi şikleke eseh nikarin bibêjin ev rast e û ji vê pê ve tu tişt nabe.”

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li hemberî qerara ku dê xelk di referandûmê de bide re bi rûmet û hûrmetdar in û dû re wiha  li axavtina xwe zêde kir: “Teklîfa makeqanûnê di meclîsê de hat qebûlkirin. Êdî em ê biçin referandûmê. Di vê referandûmê de dê Tirkiye qerarê bide. Millet vê guhartine an ew ê qebûl bike en jî red bike. Qerara xelkê çi derdikeve bila derkeve ser serê me cihê wê heye. Pergela serokomariyê û ya parlementeriyê jî  di nav xwe de bi sepanên xwe cudahiyan derdixin meydanê. Hûn nikarin bibêjin pergela serokomariyê jî ya parlementeriyê jî pergela herî baş a cîhanê ne. Em ji bo her duyan jî nikarin bibêjin eseh ev rast e  û ji vê pê ve nabe.

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye