Her weke ku tê zanîn di 12ê Adarê de ji teref OSYMyê ve îmtîhana YGSyê hat tertîpkirin û ji kesên ku piştî seata 09.45an hatin re destûr nehat dayîn ku têkevin îmtîhanê.
Kesên ku deqekek dereng hatin û wan negirtin îmtîhanê diyar kirin ku ew mexdûr in û bila îmtîhana telafiyê bê tertîpkirin.
Omer Demîr Serokê OSYMyê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku kirina îmtîhana telafiyê ne mimkun e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez pir xemgîn im, tiştekî ku em bikin nîne. Me li ser belgeya têketina îmtîhanê diyar kir ku piştî seat 09.45an pê ve tu kes nayê girtin û li balê jî pişkova ‘min xwend û qebûl kir’ hebû. Kesên namzed berî ku vê yekê tesdîq bikin raneştin belgeya xwe. Lê digel vê yekê kesên ku dereng man hebûn.”(ÎLKHA)