Ji bo ku têkevin xaniyên xwe tunel vedidin

Li Bedlîsê ji ber barîna berfê ya bandordar xaniyên yek qat di bin berfê de man. Ji bo ku têkevin xaniyên xwe gel tunelan çêdikin.

Li Bedlîsê ji ber barîna berfê ya bandordar xaniyên yek qat û wesayît di bin berfê de man. Hemwelatî jî ji bo ku têkevin malên xwe tunelan çêdikin.

Bi taybet avahiyên yek qat ên ku li Taxa Beşmînare ya li ser Cadeya Selahaddîn Eyyûbî ye ji bilî ve di bin berfê de mane. Hinek avahî ji xwe qet nayên dîtin û hinek jî ji xwe bes banê wan dixwiyê. Hinek avahiyên ku di bin berfê de mane jî bi hilweşînê re rû bir û mane.

Zarok û ciwanên li taxê bi mecirfan ji bo ku têkevin nav malên xwe tunelan çêdikin. Bedlîsiyên ku div an salên herî dawî de dûçarê barîna berfê bûne berf û cemedên li serê banan û li ber şîpanekan hewl didin bi derfetên xwe paqij dikin.

Her wiha hat ragihandin ku li mintika Kevirê Qul û Rehwayê TIR di rê de asê mane. Îdareya Taybet, ekîbên Rêbejê û şaredariyê ji bo ku rê werin vekirin xebatên xwe bê navber didomînin. Rêvebirên meteorolojiyê jî destnîşan kirin ku dê germahî hêj jî bikeve û ji ber xeteriya aşîtê hişdarî hat kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye