Ji bo mihacirên Arakanî bîra avê hat vekirin

Vahdet-Dera Semsûrê ji Arakaniyên ku li Bangladeşê di qampan de dijîn re bîra avê da vikrin.

Vahdet-Dera Semsûrê ji Arakaniyên ku ji ber zulm û zexta leşker û çeteyên Budîst li Bangladeşê sitirîne bîra avê da vikrin.

Serokê Vahdet-Dera Semsûrê Bîlal Demîr di derheqê mijarê de agahî da. Demîr diyar kir ku li gelek ciyan Misliman di bin zext û zulmê de ne.

Demîr wiha pê de çû: “Bi alîkariya endam û dildarên me di meha Berfanbara sala 2016an de ji bo Mislimanên li Bangladeşê me dest bi xebatên vedana bîrê kir. Hemd ji Xweda re xebata me di Çileya Paşîn a sala 2017an bi dawî bû. Em şad û bextewar in. Carinan digel kêmasiyan xebatên baş tên kirin. Me bi 600 euroyê iyanê nêzî 2 hezar û 200 TLêyê ihtîyaciya nêzî 2 hezar kesan temîn kir. Xweda ji kesên ku keda wan di vê karê de heye re razî bibe.”

Demîr diyar kir divê ku alîkarî li Mislimanan were kirin. Dûvre Demîr wiha pê de çû: “Em xebatên xwe yên di her qadê de didomînin. Me bi alîkariya endaêm û dildarên xwe ji bo mihacirên Arakanî xebat kir. Em heta ku ji destê me tê em hewl didin ku alîkariyên xwe yên fiîlî bikin.” (ÎLKHA) 






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe