Li gor agahiyên ku hatine wergirtin dê di navbera lijneya ku serokatiya wê Musteşarê Wezareta Derve Umît Yalçin dike û di navbera Iraqê de, Kampa Başîqayê dê bê muzakerekirin da ku Kampa Başîqayê têkeve nava statuya hêzên koalîsyonê an jî tevlî operasyonan bibe.
Her weke ku dê bê bîran Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku di derbarê operasyona Mûsilê da de wiha destnîşan kiribû: “Sînorê me bi Iraqê re 350 kîlomêtre ye. Lêbelê yên ku eleqeya wan bi Iraqê re tuneye, ketina wan a Iraqê heq e, lê ku behsa me tê kirin dibêjin Bexdayê ji wan re gotiye ‘Werin.’ Ger ku dixwazin bila Mîsaqî Mîlliyê bixwînin.Em ê him li masê him jî di operasyonan de jî hebin. Lewra li vê derê ji bo me dîrokek veşartiye.”(ÎLKHA)