Jı Bo Qudsê Meşıyan

Li Tirkiye û li gelek deverê cîhanê, musluman ji bo Quds û Filîstîn kom dibin, dimeşin, fealiyet û çalakî li dar dixin

Jı Bo Qudsê Meşıyan
LI FATÎHA STENBOLÊ BI SEDAN KES JI BO QUDSÊ MEŞIYAN

Li Tirkiye û li gelek deverê cîhanê, musluman ji bo Quds û Filîstîn kom dibin, dimeşin, fealiyet û çalakî li dar dixin, tînin ziman ku Quds û Eqsa doza ummeta Îslamê ye. Diyar dikin ku divê musluman ji bo Quds û Filîstînê bixebitin heta ku ji bin îşgala siyonîst derkeve.

Her wiha li Stenbolê jî, platforma Qudsa Azad, çalakiyek li dar xist. 13 sazî û komelên sivîl jî destek dan çalakiyê. Li Camiya Fatîhê, piştî nimêja terawîh, bi sedan kes civiyan. Tekbîr û slogan avêtin. Ketin milên hev û heta parqa Saraçxane, bi panqart û tekbîr û sloganan, bi meşaleyan meşiyan.

Li Saraçxanê, der heqê Quds û azadiya Mescîda Eqsayê de, xeberdan hatin kirin. Hat îfade kirin ku Quds û Eqsa, doza hemî muslumana ye. Serekê platformê Mehmet Eşîn, li ser qîmet û qûdsiyeta Qudsê peyivî  û wezîfa muslumana diyar kir. Dûre serekê komela Ozgur-Derê Ridvan Kaya, wiha axivî “Quds, ji me re yadîgarê Hz. Omer e. Em tucar dev jê bernadin. Di ferhenga me de, tiştekî bi navê Îsraîl nîne û nayê qebûl kirin. Li gor me Îsraîl ğeyrî meşrû ye.”

Paşê Taysîr Suleymanê ku 19 sal di zîndanên siyonîst Îsraîl de mabû û di bedêla Gîlad Şalît de hatibû berdan, xeberdanek bitesîr kir. Di xeberdana xwe de li ser zulm û hîlên siyonîst sekinî. Muslumana gazî hişyarî û ğîretê kir. Di pey re serekê komela Îmkan-Derê Mûrat Ozer peyivî. Da zanîn ku Quds muslumana dike yekwicûd.

Piştî hinek xeberdanê din û tekbîr û sloganan çalakî bi dawî bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin