“Ji bo referandûm bê paşvexistin divê alternatîvên bihêztir hebin”

Serokê Kurdistana Iraqê Mesûf Barzanî got “ Ew kesên ku ji me teleb dikin da ku em referandûmê paşvebixin bila alternatîfên bihêztir ji me re teqdîm bikin.”

Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û  Wezîrê Parastinê yê Emrîka hatin bal hev. Di hevdîtina ku  li Pîrmamê hat kirin de mijarên cûrbecûr hat kirin.

Hat ragihandin di hevdîtina ku hatiye kirin de Wezîrê Parastinê yê Emrîka derheqê referandûmê de diyar kiriye ku referandûm “bêwext e.”

Hat destnîşankirin di civînê de Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî jî derheqê referandûmê got ku Makeqanûna Iraqê vê heqê daye xelkê Kurd û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kesên ku ji me teleb dikin da ku em referandûmê paşvebixin bila alternatîfên bihêztir ji me re teqdîm bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe