Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve meha mijadarê wek ‘Meha Sehabiyan’ hat îlankirin. Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş di derbarê meha ku wek ‘Meha Sehabiyan’ hatiye îlankirin de nirxandinan kir û diyar kir ew ê di vê bergehê bernameyan tertîb bikin da ku sehabî bên fêmkirin.
Ograş di derheqê mijarê de wiha nirxandinan kir: “Ji bo em karibin mîna sahabîyan bijîn pêwîst e, em jiyanên wan zanibin.Em tabîê kîjanî ji wan bibin em ê rêya rast bibînin.Em bawer dikin ku divê sahabî neyên jibîrkirin, bên fêrbûn, jiyan û jiyandin.Em ê di nava mehê de heyata 3 sehabiyên mêr û 3 jî jin bi dest bixin.Sehabiyên ku em wan tînin ziman ev in: Ebu Ubeyde bîn Cerrah, Bera bîn Malîk, Saîd bîn Amir, Esma bîntî Umeys, Ummu Suleym û Ummu Umare.Bi taybetî jî em jiyana Hz. Omer bi dest dixin.Di derheqê wî de temaya me ya bi navê ‘Farûqê Adil’ heye.Em ê li temamê bajêran vê temayê binîn zimên.
“Pêwîst e em bibin mîna sehabiyan”
Ograş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê sehabî bên naskirin û wisa pê de çû: “Ger ku em fedakarî, teslîmîyet, wezîfeya teblîxê, mucadele û sefheya cîhadê ya sahabîyan fêm bikin, bi iznillah em ê jî weke wan bibin.Sehabî bi sed zehmetî ketine rê û dev ji mal milk, war û eyalên xwe berdane û hewil dane li çar aliyê cîhanê Îslamê teblîx bikin. Pêwîst e em bibin mîna sehabiyan.Ger ku em wan fêm bikin em ê pêxemberê me jî fêm bikin.”
Ograş di dawiya axavtina xwe de tawsiye li hemû kesî kir da ku sehabiyan fêm bikin û teleb kir bila cihê ku lê sehabî metfûn in ji wna re girîngî bê dayîn.
ÎLKHA