jı bo sûrîye sala herî dıjwar
21 sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî, raporek hevpar amade kırın. lı gor rapora sazîyên alîkarîyê, dıvê derbarê mesela sûrîyeyê de cıvaka navnetewyî dı sınıfê de ma. dı raporê de, sala 2014an jı bo sûrîyeyê wek saleke herî dıjwar hat dîyar kırın.
21 sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî, raporek hevpar amade kirin. Li gor rapora sazîyên alîkarîyê, derbarê mesela sûrîyeyê de civaka navnetewyî di sinifê de ma. Di raporê de, sala 2014an ji bo Sûrîyeyê wek saleke herî dijwar hat dîyar kirin.
Di raporê de ji rewşa Sûrîyeyê, Neteweyên Yekbûyî û dewletên mezin berpirsyar hat dîtin ku pêşnûmayan û projeyan naxin rewacê.
Hinek îfadeyên ku di rapora sazîyên alîkarîyê de cîh digre wehaye:
Sala 2014an, li Sûrîyeyê derbarê herba navxweyî de bû sala herî bi xwîn. Di sala borî de herî hindik 76 hezar kesan can dan. Bi tevahî hejmara kesên ku di herba navxweyî de can dane 220 hezarin.
Li herêmên ku xwe gîhandina wan zehmete û alîkarî naghêjê jî her ku diçe zêde dibe. Li gorî sala 2013an îsal milyonek zêde bû û gîha 4.8 milyon kesî.
Zarokên ku hewceya wan bi alîkarîya însanî heye jî, li gor sala 2013an ji sedî 31 zêde bû û gihaşt 5.6 milyonî.
Herba navxweyî ya li Sûrîyeuyê roja yekşemê dikeve sala 4emîn. Li welêt rewşa însanî her ku diçe berbi xerabîyê ve diçe û ji bo sekna vê herba jî tu hêvî xuya nake.
BANGAHEQ
Jı bo Sûrîye sala herî dıjwar
Jı bo Sûrîye sala herî dıjwar- lı gor rapora sazîyên alîkarîyê, dıvê derbarê mesela Sûrîyeyê de cıvaka navnetewyî dı sınıfê de ma.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar