Nûnera RTCyê Reinhilde Van de Weerdt diyar kir ku ji ber êrîşan û kêmbûna kelûpelan sîstema tenduristiyê li ber hilweşînê ye û ji bo zivistana nêzîk ev hişyarî da: "Barana çend rojan a vê hefteyê nîşan da ku di mehên pêş de çi li benda me ye. Lê belê demsala zivistanê hîn bi temamî dest pê nekiriye, ya herî xirab hêna nehatiye jiyîn."
Weerdt bal kişand ser zêdebûna talûkeya nexweşiyên şewbê ya li kampan û got: "Li kampên ku di bin avê de mane, kanalîzasyon, zibil û ava qirêj tevli cihên ku mirov lê radikevin, xwarinê çêdikin û li zarokên xwe dinêrin dibe."
Weerdt destnîşan kir ku enfeksiyonên rêyên nefesê li gorî sala borî 33 hezar zêde bûne û 9 navendên tenduristiyê zirar dîtine. Weerdt derbarê astengkirina alîkariyan de jî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo ku kelûpelên tenduristî yên pêwîst bi awayekî berfireh derbasî herêmê bibin sînordarkirin û astengiyên cîddî hene. Ji bo ku em karibin pêşî li şewban bigirin, xwedîbûna amûrên laboratuwarê ji bo me xwedî girîngiyeke jiyanî ye." (ÎLKHA)