Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Bexdayê soza berdewamîya mûçeyan daye me
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê li ser serdana xwe ya Bexdayê, lehîya Hewlêrê, êrîşa Kormorê û pêkanîna hikûmetê daxuyanî dan.
Barzanî diyar kir ku Bexdayê soza berdewamiya mûçeyan daye û li ser dahatên nenewtî li hev kirine, lê dosyeya petrolê hêna maye. Tekez kir ku ji bo xizmetguzariyan pêwîstiya wan bi pişkabudceyeke guncaw heye.
Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên lehîyê kir û soz da ku piştî lêkolîn û nirxandina ziyanan, hikûmet ew ê ziyanlêketiyan qerebû bike.
Mesrûr Barzanî ragihand ku deriyê wan ji bo danûstandina pêkanîna kabîneya nû ji hemû aliyan re vekirî ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.