Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê qrîza birçîtiyê ya li welatên Somalî, Etîyopya, Kenya, Sudana Başûr û Yemenê de daxuyanî da.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di hesaba xwe ya twîtterê de diyar kir ku ji bo qrîza birçîtiyê ya li welatên Somalî, Etîyopya, Kenya, Sudana Başûr û Yemenê wek alîkarî dest bi qempanyayê hatiye kirin.
Erdogan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo însanên li Afrîqaya Rojhilat û Yemenê wek alîkarî dest bi laîkariyê hatiye kirin. Dûvre Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Li welatên Afrîqaya Rojhilatê yen wekê Somalî, Etîyopya, Kenya û Sudana Başûr û welatê Yemenê qrîza birçîtiyê heye. Em nikarin ji zarîna alîkariyê ya ku di van welatan de zêde bûye re bê deng bimînin.”
Serokkomar Erdogan daxuyaniyê wiha domand: “Wek Tirkiye em dest bi qampanyaya alîkariyê ya ji bo birayên me yên niyazmend ên li Afrîqaya Rojhilat û Yemenê dikin. #BibinHêvî ya mirovahiyê. Afrîqaya Rojhilat û Yemen binîvîsin û ek SMS bişînin 2868ê, ji qampanyaya alîkariyê ya 10 TLyî a @TurkKizilayi re bibin piştgirî. #BibinHêvî ya mirovahiyê.” (ÎLKHA)