Li ber qirara îdaman ya cûntaya Misrê, protesto û bertek gûr û bilind dibin. Li Stenbolê Kordînatoriya Marmarayê ya Platforma Evîndarên Pêxember, li sê deveran pey nimêja îşayê, bi protestoyên girseyî qirara îdaman telîn kir.
Li Sûltanbeylîyê li ber camiya merkezê, zalimê Sîsî û destbirakên wî hatin telînkirin. Digel barana pir jî millet civiya. Pey xwendina Quranê, ji berdevkên Cemaeta Îslamî ya Misrê Îslam el Ğamirî xeber da û wiha got: “Li Misrê zaliman ji xelkê bi hezaran kes şehîd kirin. Xelk ji dana şehîdan natirse.
Em ji doza xwe venegeriyan û gavan bi paş de jî navêjin. Bila zalim bizanbin ku ew ê Xalid Îslambûlî, ji nû ve derkevin. Ê ku Husnu Mubarek xistiye, qadir e ku Sîsî jî bixe.”
Pey xeberdana Ğamirî, ji aliyê Cafer Ökmen ve beyanata medyayî hat xwendin. Di dawiyê de dua hat kirin.
Li meydana Rabîayê ya Esenlerê jî, di pêşîvaniya komela Îlîm-Dera Stenbolê de pey nimêja îşayê bi sedan kes, bi sembola Rabîayê civiyan, zulma Sîsî telîn kir û ji bo mislumanên dinyayê dua kir. Di bernameyê de tekbîr qut nebûn. Sloganên wek “Li Îxwan selam, berxwedan berdewam” “Ji bo zaliman bijî cehennem” hatin avêtin. Bernameya duayê ji devê mela Ebdulbarî Çelîk ve, bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre nivîskar Zulkuf Yel, di xeberdana xwe de da zanîn ku li ber derbekeran in û ligel Îxwan in.
Pey re serokê Îlîm-Derê Seîd Ruzgar, beyanata medyayê xwend. Di dawiya bernameyê de Mela Ebdulbarî, ji bo mislumanên dinyayê û wehdeta ummetê dua kir.
Protestoyek jî li meydana Edliyeyê ya Zeytînbûrnûyê bû. Digel endamên komela Zeytînbûrnû-Derê, bi sedan welatî tevlî protestoyê bûn. Xeberdana destpêkê ji aliyê Newaf Bîlgîç ve hat kirin. Dûre Yilmaz Akkiliç beyanata medyayî xwend û bername ji devê sekreterê komelê Ebdurrehman Yildiz ve, bi xwendina duayê qediya.
BANGAHEQ