“Ji bona ku neqefilin çi ji destên me tê em dikin”

Serokê Platforma Piştevanîya Mêrdîn-Sûriyê Lutfu Gunoglu mirina zarokekî 4 mehî bi bîr anî û diyar kir ‘Ji bona ku mêvanên me yên Sûriyeyî neqefilin her çi ji destên me tê em dikin.’

Platforma Piştevanîya Mêrdîn-Sûriyê yê ku di sala 2012an de ji bona kirina alîkarîyê ji kesên Sûrî hatiye damizrandin kirina alîkarîyên xwe didomîne.

Serokê Platforma Piştevanîya Mêrdîn-Sûriyê yê ku li Mêrdînê fealîyetên xwe dike û nêzî 50 STKyê di nav xwe de distrîne  xebatên alîkarîyê yên ku tên kirin ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re vegot.

Gunoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek platformê ev bû 4 sal ku xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îmkan û derfetên me zêde tune ye da ku em alîkarîya temamê Sûriyeyîyan alîkarî bikin. Ji ber vê yekê em alîkarîyê teleb dikin. Rica me ji kesên xêrxwaz ew e ku bila alîkarîya me bikin. Me di vê meha dawî de ji 250 malbatî re batanî, erzaq û nivîn belav kir.”

Gunoglu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir bi hatina zivistanê şertên jiyanê giran bûne û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Her weke hûn jî dizanin duh li Êlihê zarokekî 4 mehî ji ber sermayê wek qefilînê jiyana xwe ji dest da.Ev xebera  bi kovan dilê me êşand. Ji ber vê yekê em hewl didin da ku mêvanên me yên Sûriyeyî neqefilin. Di vî warî de her çi ji destên me tê em hewl didin da ku bikin.”(ÎLKHA)

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar