“Ji bona Kurdan izzet di Îslamê de ye”

ÊLIH - Lêkolîner û Nivîskar Sadullah Aydin di derbarê qetlîam û cinayetên ku li dijî Kurdan hatine kirin de diyar kir li pey van qetlîam û cinayetan de Rojava heye û ew dewlet û rêxistinên ku girêdaye Xerbê ne tu car wê ji Kurdan re xelasîyê neyînin.

Lêkolîner û Nivîskar Sadullah Aydin ji ber munasebeta ‘Hefteya Mustezafên Cîhanê’  di derbarê rojevê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Aydin di nirxandinên ku kir de diyar kir qetlîam û cinayetên ku li dijî Kurdan hatine kirin de diyar kir li pey van qetlîam û cinayetan de rojava heye û ew dewlet û rêxistinên ku girêdaye Xerbê ne tu car wê ji Kurdan re xelasîyê neyînin. Ji bona Kurdan izzet û xelasî encax bi Îslamê ye.

Aydin di berdewama axavtina xwe de di derbarê komkujiya Helepçe ya ku hatibû kirin de diyar kir ev qetlîama ku hatiye kirin bi piştevanî û desteka Xerbê hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me wê roja borî salvegera Qetlîama Helepçe jiya. Di 16ê Adara 1988an de Seddamê wehşî yê ku xulamê Emrîka bû û arteşa Baasê bi hezaran Kurdê bê guneh bi şikleke wehşiyana qetil kirin.Li Helepçê zêdetirî 5 hezar însan li ber çavên dinyayê hatin qetilkirin û ji vê qetlîama ku hat kirin re Xerb û xulamên wî çavên xwe miç kirin.Xerb bi vê qetlîamê cardin nîşan da ku ji wan ji Kurdan re dost çenabe.”

Alimên  an hatin kuştin an jî hatin surgunkirin”

Aydin di berdewama nirxandinên xwe de di derbarê zilmên ku li Kurdan hatine kirin de destnîşan kir ew rejîma Kemalîst ya ku li Kurdan  zilm kir jî  piştevanî û desteka Xerbê dabû pey xwe û wiha li axavtina xwe zêde kir : “ Piştî şerê Xelasiyê ango Kurtuluşê li dijî wan Kurdên ku bi dîndariya xwe navdar in şer hat kirin. Alimên  an hatin kuştin an jî hatin surgunkirin. Kevneşop, çand û zimanê Kurdî hat qedexekirin.Ev zilm heta roja me jî berdewam kir.Ew rejîma Kemalîst a ku van tiştan kir li ber çavên dostên xwe yên Xerbî kir û di vê mijarê de ji wan destek jî stand.”

 “PKK bi hemû tiştên xwe ji berjewendiyên Xerbê re xizmetê dike”

Aydin di axavtina ku kir de diyar kir PKK rêxistineke taşeron e û piştevanî û desteka Rojava distîne.Aydin dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew PKKya ku îro dibêje ez hamiyê Kurdan im  ji teref Rojavayê ve tê destekkirin.Her wiha Emrîka û Îsraîl jî piştevaniyê didiye.PKK bi hemû hebûna xwe ji berjewendiyên Rojavayê re xizmetê dike.”

Aydin her wiha di derbarê PKKê de diyar kir PKK gund û bajarokên Kurdan kiriye wêran, ciwanên ji dîn dûr kir û wan kire qurbana îdeolojiyên mîna Marksîst û Lenîst.

“Îslam tu car Kurdan mahcup nekir”

Aydin di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê xelkê Kurd êdî ji dûv wan xulamên Rojava neçe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê xelkê Kurd ê Misliman êdî bibîne ku izzet û xelasî di Îslamê de ye û divê berê xwe vegerînê  Îslama ku bi hezaran salî jê re izzet bexş kiriye.Îslam û Misliman tu carî xelkê Kurd mehcup nekir.Îslam her tim xweşî û şadiyê da wan. Heger xelkê Kurd bi rastî jî xelasî, aramîyê dixwaze û heger dixwaze ji perîşantî û rebeniyê xelas bibe divê hêvîya xwe ji rêxistinên mîna PKK yên ku desteka Îsraîl û Emrîka distînin bibire û divê berê xwe bide Îslama ku heyatê pêşkeş dike.”(ÎLKHA)

Çavkanî: http://www.ku.ilkha.com/haber/3354/ji-bona-kurdan-izzet-di-slam-de-ye

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye