Ji teref Cemaata Hîzbullah ve derbarê plana şer a Serokê Dewleta Amerîka Donald Trupm de û derbarê Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker îlankirinê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Buroya Çapemenîyê ya Hîzbullah ve hatiye belavkirin de bang li temamê Mislimanan hat kirin û hat destnîşankirin pêwîst e hemû Misliman û kesên xwedî wijdan wek wicûdekî li dijî vê yekê bisekinin.
Di daxuyanîya ku bi ayeta “Ew kesên ku zilmê dikin, teqez dê bizanibin ka bi bal kû ve cijî û kîjan encamê ve vegerin.”(Şuura:227) hat destpêkirin de hat van gotinan:
“ Rejîma terorîst a sîyonîstên îşxalker, bi teşwîq û hamleya Amerîka sînoran nas nake û êrîşên xwe yên li hember muqeddesatên Mislimanan didomîne. Şeytanê mezin Amerîka curet kiriye û Qudsa pîroz wek paytexta sîyonîstan nîşan daye. Li dijî vê tuxyan û nêhedîya wan divê temamê Mislimanan û kesên ku xwedî wijdan pêwîst e bibin wucidek û li dijî vê yekê bisekinin.
Em bang li temamê xelkê xwe yê Misliman, welatên Îslamî, Cemaat û şexsîyetên Îslamî û li temamê ummeta Îslamê dikin bila bi temamê rê û rêbazan li dijî îşxalê li berxwe bidin û bertekên xwe nîşan bidin.
Em dixwazin ji xelkê xwe û ummeta Îslamê re vê yekê bibêjin: Em wek Cemaata Hîzbullah em amade ne temamê derfet û îmkanên xwe di vê rêyê de bikarbînin û wezîfeya ku dikeve li ser milên me di bin hemû şert û mercan de bi cî bînin.”(ÎLKHA)