Ji Cemaata Hîzbullah li dijî îşxala siyonîst bangewazî

Cemaata Hîzbullah ji rejîma îşxalker a siyonîst re ji ber ku Mescîda Eqsayê girtiye bertekeke tund nîşan da û bang li temamê Mislimanan kir da ku temamê Mislimanan li her cihî berteka xwe nîşan bidin.

Weke ku tê zanîn rejîma îşxalker a siyonîst berî vê çend rojan têketin  û derketina Mescîda Eqsayê girtibû û li Mescîda Eqsayê kirina nimêja Înê asteng kiribû û her wiha di hewşa Mescîda Eqsayê de 3 ciwanên Filistînî şehîd kiribû. 

Ji ber van hewadîsan ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve  ji siyonîst îsraîl re bertekek tund hat nîşandan û hat diyarkirin sedema wêrekbûna siyonîstan ‘ Ew perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne.’

Daxuyaniya ku ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve hat weşandin bi 114emîn Ayeta Sûreta Baqarayê dest pê kir: “Ma ji wan kesên ku di malên Xwedê de zikirkirina navê Xwedê asteng dikin û  ji bo mizgeft xera û wêran bibin hewil didin zalimtir kî heye? Ew kes encax bi tirsê dikevin wan mzigeftan.  Ji bona wan li dinyayê rezîltî û li axretê jî  ezabeke pir şedîd heye!”

 “Divê Mislimana di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye”

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Bêperwatiya rejîma îşxalê ya siyonîstan  gihaştiye asta  girtina Mescîda Eqsayê, astengkirina nimêja Înê û di hewşa mizgeftê de şehîdkirina xortan.Rejîma siyonîst vê cur’etê ji perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne distîne. Ev musîbetên ku tên jiyan divê ji temamê Mislimanan re bibin ders û ibret. Ji bo dawî li teşebûsên nemerd û rezîl bê anîn divê Misliman di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye.”

“Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin”

Di berdewama daxuyaniyê de bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li her derî nerazîbûn û bertekên xwe li dijî rejîma îşxalker nîşan bidin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Em hêvî dikin ew roja ku ew ê tê de dar û kevir jî çeteyên sîyonîst di pey xwe veneşerin nêz be. Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin û hewil bidin da ku dawî li îşxala sîyonîst bê anîn. Îşxalkerên siyonîst bila vê baş bizanibin; Ummeta Îslamê û  Mucahîdên Qehreman ên Îslamê ew ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe Mescîda Eqsayê û nirxên Îslamî biparêzin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin
Bi zimanê hevaldozên wî Mela Abdurrezzaq Tepe
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir
Li Çînê bi kêrê êrîş: Herî kêm 11 mirî 23 mirî
Nimêja bi cemaetî hat qedexekirin