Ji demsala payîzê dîmênên balkêş

Di demsala rengîn a payîzê de dîmênên balkêş ên xwezaya gundê ÇayeloyaSasonê çavan mest dikin û balan dikşînin li ser xwe.

Demsala payîzê ya ku bênavber qala wê di kitêban de tê kirin û li ser zimanên helbestvanan bûye helbest wek her car digel temamê xweşikayiyên xwe qudret û hêza Xweda Teala dide ber çavan û balan dikşîne li ser xwe.  Fotografkêş Tarhan Îrtem li gundê Çayeloya Sasona Êlihê sûreta xweşikayiyên demsala payîzê û ya zehmetiya gundiyan girt.

Şêniyên gundê Çayeloyê wek her sal diçin ji çiyayên ku bilindayiya wan 3 hezar û 500 metro ye û  20 kîlometra ji gund dûr in êzingan berhev dikin û hewil didin amadehiya zivistanê bikin.

H. Emîn Yazê ku diyar kir ew ji mêj ve haziriya xwe ya zivistanê bi êzingên ku ji çiyayan berhev dikin dike derbarê mijarê de diyar kir ji çiyayan berhevkirina êzingan karekî bi zehmet e û carinan ew bi mirinê re rû bi rû dimînin.

Îrtem li xwezeya Çayeloyê dîmenên Kahniya Sevekê yên balkêş û tesîrdar jî girt.(ÎLKHA)

 






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e