Gava ku orgeneralê teqawîd Yaşar Buyukanit, di 2005an de sererkan e, ji TSKyê jê re raporek tê şandin. Hat zanîn ku rapora xisûsî ya herêma Elezîzê ya ku, ji sererkan re hatiye şandin, dezerformasyon e. Di hardîska bersûcê doza weşanxana Zîrweyê Bînbaşî Haydar Yeşîl de eşkere dibe ku, ji Buyukanit re raporek tê şandin û di raporê de wiha tê gotin “ Erdoğan xaîn e, dest bidin ser îdareyê, yan na emê hinek kesan bikujin.”
Tê gotin ku di rapora ku, ji sererkan re tê şandin de wiha tê beyankirin “Bila baweriya we pê hebe ku, eger hun mudaxeleya van mijar û bêşereftiyan nekin, em bi şerefa xwe îfade dikin ku, em ê dîsa derkevin cadeyan. Ji bîr nekin ku, em dakevin caddeyan, hun jî ji koşkên xwe mecbûrî dadikevin.”
Îlker Çinar, di hardîska bersûcê doza Zîrveyê Bînbaşî Haydar Yeşîl de, di 2005an de beyan dike ku, hinek nivîs û belge bi amanca manîpulasyonê, ji hinek kesên payebilind re hatine şandin. Haydar Yeşîl wiha dibêje “Orguta terorê Ergenekon, dixwest ji derbeya xwe ya ku dixwazin rast bikin re, îrtîcayê bikin qilif. Ji ber vê yekê, sererkan manîpule dikirin.”