Ji Dîwana Edalatê ya Ewrûpayê di derheqê hîcabê de qerara sosret

Dîwana Edalatê ya Ewrûpayê di qerara ku da de destnîşan kir ‘Kesên ku xwediyê kar in dikarin hîcaba xebatkarên xwe qedexe bikin.’

Dîwana Edalatê ya Ewrûpayê  îmza xwe avêt bin qerareke din a sosret. Li gor qerara ku Dîwana Edalatê ya Ewrûpayê di derheqê hîcabê da ye ‘Kesên ku xwediyê karên dikarin hîcaba xebatkarên xwe qedexe bikin.’

Jineke bi hîcap doz vekiribû

Berî vê çendakê Mislimana bi navê Samîra Achîbataya ku  li şîrketa bi navê G4S Secure Solutionsê nêzî 3 salan wek xebetkara resepsiyonê dixebitî  xwe nixûmandibû û şîrket jê re diyarkiribû ku ew destûr nadin ku xebatkarên wan bi hîcab bixebitin û wê pîreka Misliman ji kar derxistibû. Ji ber vê yekê pîreka Misliman serî li Mehkemeya Belçîkayê da û di aleyha şîrketê de û doz vekiribû.

Li Belçîkayê digel ku gelek sazî û rêxisitinên Mislimanan destek û piştgirî dabin doza pîreka Misliman, Mehkemeya Belçîkayê dosyayê şandibû Dadgeha Bilind.

Dadgeha Bilind jî dosyaya ku jê re hatibû şandin, ji Dîwana Edalatê ya Ewrûpayê ya li Luksemburgê re şandibû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin