Ji DYAyê qedexeyeke nû

DYA ji rêwiyên ku dê ji balafirgehên welatên mîna Rojhilatanavîn û Afrîkaya Bakur biçin Amrîkayê qedexeya cîhazên elektronîkê anî.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Rêyên Hewayê ya Urdunê ve hatiye dayîn û li gor xeberên ku ajansan xeberan a fermî ya Erebîstana Siûd  daye weşanê, DYA ji bo rêwiyên ku dê ji balafirgehên welatên mîna Rojhilatanavîn û Afrîkaya Bakur biçin Amrîkayê qedexeyeke nû aniye. Li gor qedexê rêwiyên ku ji welatên mîna Rojhilatanavîn û Afrîkaya Bakur biçin Amrîkayê dê nikaribin di nava balafirê de hinek cîhazên elektronîk digel xwe bibin û bînin.

Li gor xebera APyê rayedarekî DYAyî daxuyand ku qedexe ji bo rêwiyên ku dê ji Qahîreya Misrê, Ammana Urdunê, Kuveyta Kuveytê, Kazablankaya Fasê, Doha Qatarê, Riyad û Cîddeya Erebîstana Siûdê, Stenbola Tirkiyê û Dubaî û Abu Dabiya Mirnîşînên Ereban werin Amrîkayê derbasdar e. Rayedar her wiha diyar kir hêj nediyar e ku qedexe ew ê çi qas berdewam bike. Rayedarekî din ê DYAyî jî diyar kir ev qedexe ji bo 9 hewarêyan derbasdar e û ew ê roja sêşemê agahî ji van rêhewayan re bê dayîn.

Rêhewayên Qralîyeta Urdunê di derbarê mijarê de destnîşan kir telefon û amûrên tibbî ne daxilî qedexê ne, encax divê tiştên elektronîk ên din divê temam ji beşa baxajê re bên spartin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe