Ji teref Plaltorma Evîndarên Pêxember wê pêşbirka şi’ir û makaleyên ku mijara wan‘Pêxemberê Şûr û Rehmetê Hz. Muhammed(r.x.l)’ e wê bê tertîpkirin.
Pêşbirka ku ew ê tevahiya Tirkiyê bê tertîpkirin ew ê ji du kategoriyan pêk bê. kesên 18 salî û mezintir wê karibin di katogeriya yekem de û kesên 14-17 salî jî di katogeriya duyemîn karibin tevlî pêşbirkê bibin.
Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul di derbarê pêşbirka wê bê kirin de diyar kir kesên ku dixwazin tevlî pêşbirkê bibin dikarin di navbera 1 û 31ê Adara 2016an de serîlêdanên xwe bikin.
Akgonul diyar kirin kesên ku bixwazin beşdarî pêşbirkê bibin dikarin him li Îqra-Derê û him jî li ser înterenetê jî muracetên xwe bikin.
Encamên pêşbirkê wê di dîrokên ku tên diyarkirin de ji ser malpera fermî bên daxuyandin.
Xelatên ku wê di encama pêşbirkê de bên dayîn:
Kategoriya Yekemîn.
Ji kesê yekemîn re: Bîlgîsayar
Ji kesê duyemîn re: Tablet
Ji kesê sêyemîn re:Ji weşanxana Duayê setek kitêb
2.Kategoriya Duyemîn
Ji kesê yekemîn re: Tablet
Ji kesê duyemîn re: Bisiklet
Ji kesê sêyemîn re:Ji weşanxana Duayê setek kitêb
Ji bona şertên giştî dabixin bitikînin
İLKHA