Di peyama ku hat weşandin de Qendîla Regaîpê hat pîrozkirin û di derbarê girîngîya mijarê de wiha hat ragihandin ‘Di wexteke ku êrîşên bi sistematik li nirxên Îslamî û Pêxemberê me Hz.Muhammed tên kirin de ji bona yekîtî û wehdeta alema Îslamê divê misliman ji dil û can dua bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Em ketine sê mehên pîroz ên ku di nav xwe de şevên mîna Regaîp, Beraat û Qadîrê dihewîne. Careke din jî hemd û sena ji Rebbê me re be ku me gihande van mehan.Ev şev û mehên mibarek ji bona me mislimanan him nîmet û him jî firsetek in.Pêxemberê me van mehan ji bona mislimanan wek firsetekê dinirxand.Ji bona efûya gunehên ummetê ev meh firset in.”
“Wek ummetê îxtiyaca me bi biratî û jiyana weke ya asra saadetê heye”
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin îxtiyaca ummetê bi biratî û jiyana weke ya asra saadetê heye û dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Divê em ji bona wehdet û biratiya mislimanan zêdetir hewl bidin.Her wiha ji bona xelasiya ummeta Îslamê divê em him dua bikin û him jî divê em destekên xwe madî û manewî pêşwaz bikin. Ji bona vê yekê jî sunneta Hz. Muhammed pêwîst e. Ji ber vê yekê divê em van mehên pîroz wek nîmet û firsetê bibînin.Divê em Qur’an û sunnetê di serî de di mala xwe de û di her wiha di her qada jiyana xwe de îhya bikin, divê em heyata pêxemberê xwe bixwînin û pê amel bikin.Pêwîst e ku em zikr û îbadetên xwe zêde bikin û gelekî zêde em tobe bikin.Divê em duayên xwe zêde bikin.Her wiha divê em çûyîn û hatina xwe ya li naskirî û dostên xwe jî zêdetir bikin.”(ÎLKHA)