Ji Henîyye peyamên sert û tund

Lîderê HAMASê îsmaîl henîyye, ji ber qetlîama çeteyên siyonîst, mesajek da. Henîyye di mesaja xwe de got, “sîyonîst bi van êrîşên xwe yên li ser sivîlan, li dijî berxwedanê mexlûb bûye.”

Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Hennîye, piştî rejima terorê li Xezzeyê qetlîama Nexweşxaneya El Ehlî Baptîstê pêk anî, peyamek weşand. Rejima îşxalker a terorê doh êvarê di êrîşa xwe ya hovane û wahşî de bi sedan Fîlîstînî şehîd kiribû.

Henîyye di peyama xwe de weha got:

“Pêkanîna qetlîaman qarekter û şexsiyeta sîyonistan e. Îşxalkerên sîyonîst tu hurmetê ji muqadesat, hêja, qanûn û kevneşopiyan re nîşan nade. Kesên ku di Nexwexaneya Baptîstê qetlîam kirinin, li Sabra û Şatîllayê qetlîam kirin in. Qetlîama Bahr el Baqarê kirin in.”

Henîyye bibîr xist ku Emrîka bêhed destekên xwe dide rejima terorê. Ji ber vê yekê Emrîka jî şerîkê van qetlîaman e.

“Ev sûcê şer û qirkirinê li ser milên kesên ku di Neteweyên Yekbûyî de van êrîşan şermaz nakinin e. Heya ku rejima îşxalê erd û axên me neterikîne wê wê berxwedan dewam bike.”

Hennîyye di peyam û mesaja xwe bang li hemû Fîlîstîniyan kir…

“Ez bangê li hemû xelkê Fîlîstînê, li hemû bajaran dikim. Dakû dakevin kûçe û kolanan. Li hember îşxalker û îşxalkerên hatinin bicîhkirin bisekinin.”

Lîderê HAMASê bang li hemû misilmanan û însanên azad jî kir. Dakû li hember qatlîaman nerazîbûnek xort nîşan bidin.

“Ez bangê li hemû Erebn û milletên Îslamê dikim ku bila vê qetlîamê şermezar û lanet bikin. Ji hemû bajarên xwe derkevin û dengê xwe bilind bikin. Hûn çi cografya, mezheb, qawîm dibe bila bibin di bin mertal û mewziyekê de bisekinin û bibin yek. Lewra em bi nivisandina tarîxek nû re rûbirû ne.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn