Ji HUDA PARê di derbarê derbeya ‘28ê Sibatê’ de daxuyanî

Navenda Giştî ya HUDA PAR, ji ber salvegera derbeya postmodern a 28ê Sibatê daxuyaniyekê nivîskî da.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve ji ber salvegera derbeya postmoderna 28ê Sibatê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên ku mexdûrê derbeya postmodern a 28ê Sibatê bûn îro îqtîdar in. Lê ev mexduriyet hêj jî didome.

 “Mexdûriyeta kesên ku hatine mexdûrkirin didome”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev derbeya 28ê Sibatê ji bo Tirkîyê pîsahiyekê bû. Di dema derbeyê de hikûmeta meşrû ji îqtîdartiyê hat dûr xistin û bi hezaran kes ji ber baweriya xwe hatin mexdûrkirin.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Piştî çendîn salan ji doza ku di derbarê 28ê Sibatê de hatiye vekirin tû girtî nemaye. Ev yek jî dide nîşandan ku ev dozên ku di derbarê van kesan de hatiye vekirin wan kesan fihêl kiriye. Ji xeynî bê ceza kirina van derbegeran mexdûriyeta mizgeft û kesên ku di vê dewrê de hatine mexdûr kirin jî mexdûriyeta wan didome. Kesên ku ji ber bawerî û cil û wegirtina xwe mexdûr bûbû hêj jî ev mexdûrî didome.”

 “Di îqtîdara mexdûran de zilma 28ê Sibatê didome”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin kesên ku ji 28ê Sibatê mexdûr bûbûn îro di îqtîdarê de ne. Lê di gel vê yekê hinek civakên îslamî û kesayet hêj jî mexdûriyeta 28ê Sibatê dibînin. Dûvre herî dawî di daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin: “Ji bo kesên ku mafên wan hatine îxlal kirin, azadiya wan hatine xespkirin û wan bi qomployan avêitne girtîgehan gavên jidil hêj jî nehatiye avêtin. Ji bo vê yekê divê ku hikûmet birêkupêk kirina bergehdar û mayînde amade bike û divê ku ev mexdûriyet demildest ji holê werin rakirin. Ji ber vê yekê em vê derbeya 28ê Sibatê yê  ku li hikûmeta meşrû û kesên kû wê hikûmetê hilbijartine hatiye kirin carek din şermezar dikin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye