Ji HUDA PARê di derheqê ‘Darbeya 27ê Gulanê’ de daxuyanî

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARêMehmet Yavuzji ber salvegera Darbeya Eskerî ya 27ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PAR û Berdevkê Partiyê Mehmet Yavuz ji ber salvegera darbeya 27ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Yavuz di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir di pey darbeya 27ê Gulanê de NATO û DYA heye û ev darbe bûye destpêka kevneşopiya darbayên eskerî yên ‘Hevkariya Emperyalîstan.’

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir darbeya 27ê Gulanê xelqeya ewil a ku pê tê dihat xwestin berxedana xelkê bê şikandin  e û dû re wiha pê de çû: “ Xelqeya dawî  jî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bû ku ev kevneşopiya  meş’ûm li ser rehînstandina îradeya millet hatiye sazkirin. Divê saziya siyasetê di birêveberiyê de prensîbên ‘Adalet, Lîyaqat û Meşveretê’ ji xwe re esas bigire  û bi vê yekê dibê hamleyên şeytanî yên mîna van vala derxîne. Her wiha dema ku bi darbe û darbekaran re micadele hat kirin jî divê di çarçoveya edalet û hiqûqê de ji wan hisab bê pirsîn.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe