HUDA PAR ji bona hişmendiya qirêj a ku di van rojên dawî de li ser navê wan ji ser medyaya civakî tên kirin de hişyariyan da.
“Heta îro me terefdarên xwe li dijî provokasyonan îqaz kir û em ê vê îqazkirina xwe jî bidomînin”
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji teref Serokatiya Bajêrê Diyarbekira HUDA PARê ve hatiye dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Di van rojên dawî de him ji ser çapemeniyê û him jî li ser medyaya civatî hewl didin da ku li dijî partiya me û terefdarên me hişmendiyeke qirêj pêk bînin.Hemû kes baş dizane ku em ji roja ku şer li herema me destpêkirine ve me hewl da da ku terefdarên xwe ji vê hawirdora qirêj dûr bikin.Her wiha em dîsa hewl didin û terefdarên xwe li dijî van provokasyonan îqaz dikin.”
“Aşîkar e ew zîhniyeta ku hewl dide hişmendiyeke qirêj pêk bîne dixwaze me bikşîne nava vê derdora şer”
Di daxuyaniya ku hat dayîn de bal hat kişandin li ser wê zîhniyeta ku hewl dide hişmendiyeke qirêj pêk bîne û dixwaze wan bikşîne nava vê derdora şer û wiha îqazên girîng hatin kirin: “Ev bû 3 meh ku li ser bûyerên Diyarbekirê nexasim ji ser medyaya civatî li dijî me gotinên qirêj tên gotin û îtham tên kirin.Malûm e ku ev zîhniyet dixwaze bi şikleke bi israr me bikşîne nava vê derdora şer.Ji ber vê yekê em di serî de endam û dildarên xwe û her wiha xelkê xwe hişyar dikin da ku li dijî van hişmendiyên qirêj bi dîqet bin û ji bilî hesabên me yên fermî îtîbarî tu hesabên din nekin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nêrîn û daxuyaniyên wan ên di derbarê pevçûnan de aşîkar in û ew, ji bona xelk neyê mexdûr kirin û kesên siwîl zirar nebinin li dijî pevçûnan in.
“Em daxilî vê derdora qirêj nebûn û bi izna Xweda em ê nebin jî”
Di dawiya daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ew heta îro daxilî vê derdora qirêj nebûne û bi izna Xweda ew ê nebin jî û dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat dayîn: “ Di netîcê de em wan çalakîyên şidetê yên ku di serî Diyarbekirê û her wiha tevahiya Tirkiyê pêk tên ji kî tê bila bên tel’în dikin û em bawer dikin ji bona xelkê me ji vê derdora şidetê xelas bibe divê hemû kes tiştê ku ji destên wan tê bike.Em ê heta dawiyê jî li ba xelkê xwe yê mezlûm bin û em birînên wan bipêçin.Em daxilî vê derdora şerê qirêj nebûn û bi izna Xwedê Teala em nebin jî.”(ÎLKHA)