Di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de hat weşandin de hat diyarkirin xwestina lidarxistina vê bernameyê êrîşkirina li bawerîya xelkê ye û dûvre wiha li daxuaniyê hat zêdekirin: “Ev li dijî nirx û bawerîya xelkê êrîşeke alenî ye û ev teşebusa provokatîf ne ya qebûlkirinê ye.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin li bajêra sahabîyan xwesteka tertîpkirina bernameyeke bi vî awayî li dijî bawerîya xelkê êrîş e û wiha pê de hat çûyîn: “ Him ji hêla ku Diyarbekira me ya ku bajêra sahabîyan e ku ji ber atmosfera manewî ji bona mislimanan girîng e him jî ji hêla ku em têketinê sê mehên pîroz ku di van mehan de hassasiyet pir zêde ne bi şikleke alenî û aşkere kirina vê bernameya jirêderketî li dijî nirx û bawerîya Mislimanan êrîş e.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin Demîrtaş ji rexekî ve peyama sê mehên pîroz dide û ji rexê din vê jî ji bona kirina bernameyeke bi vî awayî pirştgirî û destekê dide ku ev yek jî durûtî ye û dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Her weke ku tê zanîn Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş ji ber munasebeta sê mehên pîroz bang kir da ku ev şer û pevçûn bên sekinandin û piştî vê bangê derket holê ku heman Demîrtaş ji bernameyeke bi vî awayî rezîl re bûye destgîr.Em vê yekê munafiktî û durîtiya ku li dijî xelkê Kurd ê misliman hatiye kirin dibînin.”
Hat diyarkirin di demeke ku êş û mexdûriyetên Kurdan zêdebûne de kirina bernameyeke bi vî awayî îxanet e û wiha hat destnîşankirin: “Ew pevçûnên ku HDP/PKK ji wan re bûne sebeb piştî ku ji nava bajêran re hatin kişandin gelek însanên bêsûc û bêguneh hatin qetilkirin, ew însanên me bûn mexdûrê şer û pevçûneke ku ew tesdîq nedikirin û jê re nedibûn teref. Di heyameke ku xelkê me ji malên xwe hatine derxistin, mecbûr mane ku welatên xwe biterikînin û her roja ku derbas dibe êş û kulên wan zêde dibe de bi şikleke ku tinazên xwe li çand û bawerîya xelkê bikin kirina vê bernameyê îxaneta herî mezin a ku li dijî vê xelkê hatiye kirin e.”
Di daxuyaniya de hat diyarkirin tê xwestin sebra xelkê mislimanan bê ceribandin û dûvre wiha pê de hat çûyîn: “Li Diyarbekirê tertîpkirina paneleke bi vî awayî ji hewldanên li xelkê Kurd dayîna qebûlkirina van fikrên jirêderketî pê ve ne tu tiştek e.Armanca esas a van bernameyên ku bi vî awayî tên kirin Kurdan ji Îslamê dûr kirine û di nava civatê de piçûk êxistina temamê nirxên îslamî ye.Ew zêhniyeta malûm hewl dide bi van bernameyan bêexlaqî, jirêderketîtî û harîtiyan di nava xelkê Kurd de belav bike û ew zêhniyet hewl dide sebra Mislimanan biceribîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin divê em li dijî wan teşebusên ku li dijî Îslamê ne dengê xwe bilind bikin û di çarçoveya meşrû de divê em hemû berteka xwe nîşan bidin.Pişt re wiha dawî li daxuyaniyê hat dayîn: “ Divê him ew kesên ku dibin sebeb ev derdora zîlletê pêk be û him ew kesên xwediyê zêhniyeta jirêderketî yên ku hewl didin li Diyarbekira bajêra sahabîyan tevgerên bêheysiyet û bêrûmet bikin divê vê yekê zanibin; Em Kurdên Misliman in.Em dixwazin bi bîrên wan kesên ku temsîlkarê vê zêhniyeta jirêderkî re ne bînin, ji roja ku em bi Îslamê muşerref bûne vir ve li Kurdistanê û nexasim li Diyarbekirê ew kesên ku teşebûs kirina da ku li dijî Îslamê tevbigerin qet bi ser neketine.Divê xelkê me yê Misliman li dijî vê bernameya jirêderketî yê ku tê plankirin bê tertîpkirin re bertek nîşan bide û divê ji tertîpkirina vê bernamê re musade nede.Divê em li dijî wan teşebusên ku li dijî Îslamê ne dengê xwe bilind bikin û di çarçoveya meşrû de tamamê bertekên xwe nîşan bidin. Heger ev yek neyê kirin ew ê wê demê di roja mehşerê de em ê nikaribin bi hêsanî û rihetî hisaba vê yekê ji Xweda Teala re bidin.”(ÎLKHA)