Ji ÎLKHAyê re ziyareta teşekûrê

Nûnerên SCSyên Îslamî yên Amedê, ji ber ku ÎLKHAyê piştgirî da qempayaya ‘Em Ji Mihacirên Surê Re Bibin Ensar’ ji ÎLKHAyê re ziyareta teşekûrê kir.

Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA), piştgirî da qempanyaya ku  ji bo mihacirên Surê bi navê ‘Em Ji Mihacirên Surê Re Bibin Ensar’ e. Di bergeha vê qampanyayê de li xelkê Surê 2 TIR ên ku ji erzaq, betanî, sobeya ceyranê pêk dihat ji teref Sazîyên Îslamî yên Amedê ve alîkarî hat kirin. ÎLKHA jî piştgirî da vê qampanyayê. Ji ber vê yekê Nûnerên SCSyên Îslamî yên Amedê ji ÎLKHAyê re ziyareta teşekûrê  kirin.

Serokê Bajarê Amedê ya Memûr-Senê Yunus Memîş, Serokê Lijneya Rêvebirê Amedê ya ÎHHyê Veysî Çîçeklî, Serokê Komeleya Parastina Nirxan û Jiyandina wan a Amedê Recep Îdîkut û Serokê Komeleya Ciwaniya Anatolê Abdurahman Ergîn beşdarê vê ziyaretê bûn.

Nûnerên SCSyê diyar kirin ku gel niyazmendê rojnamevanên ku ji bo gel dixebitin e. ÎLKHA, wek ajans pirsgirêkên gel dikêşe rojevê û di vê rêyê de dixebite û gelek zehmetî dikêşe. Ji ber vê yekê Nûnerên SCSyê ji ÎLKHAyê re ziyareta sipasgozarî kirin. Dûvre wiha destnîşan kirin: “Di nav civakê de mijara herî girîng yekitî ye. Ev ziyaret pêwîst bû ku zûtir were kirin. Dîsa jî wek beraberî em dixwazin ku em xwedî li vê peyamê derkevin.”

Midûrê Giştî yê ÎLKHAyê Mahmut Îrtem jî diyar kir ku ji bo wan îcra kirina xeberan wezîfekê ciwakiye her wiha wek ajans ew dê ji rijandina xwêdanê ya di vê rêyê de qet nerevin.

Îrtem bal kişand wek ajans ew hewl didin ku ji pirsgirêkên civakê re bibin çare û ji derdê civakê re bibin derman û her wiha gihaştina çavkaniyên xeberan ne hêsan e. Îrtem dûvre axavtina xwe wiha domand: “Wek ajans armanca me ew e ku  em di bergeha însanî û îslamî de wek bê alî rewşa mexdûran bidin zanîn. Ji bo vê yekê jî tekoşîn û sebir pir girîng in.”  (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar