Ji ‘Iraqê Ultîmatom

Îdara Beğdayê, ji şîrketa Exxon Mobîl a petrolê a Amerîka xwest ku di navbera sehayên petrolê yên Kurdistana ‘Iraqê û sehayên petrolê yên li başûrê ‘Iraqê tercîhek bike.

Îdara Beğdayê, ji şîrketa Exxon Mobîl a petrolê a Amerîka xwest ku di navbera sehayên petrolê yên Kurdistana ‘Iraqê û sehayên petrolê yên li başûrê ‘Iraqê tercîhek bike.

Wezîrê Petrolê yê ‘Iraqê ‘Ebdulkerîm Lûabî go: “Me di civîna dawî de ji Exxon Mobîlê xwest ku di navbera her dû herêman de tercîhek bike.”

Li gor tê zanîn Îdara Beğdayê, hevpeymanên ku şîrketa Exxon Mobîlê bi îdara Kurdistanê re kirine ğeyrî qanûnî qebûl dike.

Lê belê Îdara Herêma Kurdistanê jî beyan dike ku: Qanûnên ‘Iraqê destûra ku Herêma Kurdistanê bê îzna Beğdayê petrol bifiroşe dide.

Exxon, şîrketa ‘ewile ku ji bo deranîna petrolê bi Herêma Kurdistanê re lihevkiriye.

Pey Exxon Mobîlê, şîrketa Total a Frensî, Gazprom Neft a Rûsî û şîrketa Chevron jî bi îdara Herêma Kurdistanê re peymanan kiribûn.

Exxon Mobîl, pey ku hisseyên Applê ketin, di dinyayê de bû şîrketa herî ku qîmeta wî zêdeye.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar