Ji îşxalkerê siyonîst daxuyaniya kustex: Ew ê dedektor neyên rakirin!

Tzachî Hanegbiyê ku qaşo Wezîrê Hevkariyê ya Heremî ye destnîşan kir ew ê ew dedektorên ku li derdora Mescîda Eqsayê hatine danîn neyên rakirin.

Zilm û terora îsraîlê terorîst hêj berdewam dike. Li ber têketina Mescîda Eqsayê danîna dedektoran re hêj bertek berdewam dikin. Tzachî Hanegbiyê ku qaşo Wezîrê Hevkariyê ya Heremî ye destnîşan kir ew ê ew dedektorên ku li derdora Mescîda Eqsayê hatine danîn neyên rakirin.

Hanegbiyê ku ji rayedarên paye bilind ê partiya Lîkudê ye di daxuyaniya ku da de wiha got “ Ew  ê dedektor di cihê xwe de bimînin. Ger Filistînî  ji vê yekê nerihet bin bila tênekevin camiyê.”

Di daxuyaniya ku ji teref Miftîtiya Filistînê ve hatiye dayîn de di derbarê dedektorên ji teref îsraîlê siyonîst û terorîst ve hatine danîn de wiha hat gotin: “Deriyên elektronîk û temamê tedbîrên ku dê ji teref siyonîstan ve bên girtin û dê tesîrî hebûna Qudsê bikin em red wan dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin