Ji Îttîhadul Ulemayê peyama taziyê

Ji ber minasebeta wefata Şêx Seyyîd Muhammed Yusuf Huseyînpurê Alimê Hedîsê ji teref Îttîhadul Ulemayê ve peyameke taziyê hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin de hedîsa “Xweda, ilmê carekê de ilmê ji qelbên însanan dernaxe; bi standina ruhê aliman  ilmê ji wan distîne’ di bîran hat xistin û hat destnîşankirin ew telebeyên ku ji teref Şêx Huseyînpur  ve hatine perwerdekirin  li çar aliyê dinyayê ‘ li ber wan hewildanên dûrkirina Qur’anê ji sunnetê re’ dibin bend û set.

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin  Şêx Huseyînpur ji wan muhaddîsên navdar ên Asyaya Navîn  alimek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wefata Şêx Huseyînpurê ku li Sîstan/Belucistana Îranê di warê hedîsan de xizmeteke lê hêja dikir bo camiaya aliman qeybeke mezin e. Şêx Huseyînpur îcazet daye bi hezaran telebeyan û ew telebeyên ku li ber destên wî mezin bûne li çar aliyê dinyayê ‘ li ber wan hewildanên dûrkirina Qur’anê ji sunnetê re’ dibin bend û set.Bi vê wesîlê em bo Şêx Huseyînpur ji Xweda rehmetê teleb dikin.”(ÎLKHA)

 




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin