Ji konser û mihrîcanên ku li Entabê tên tertîpkirin re bertek

Li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz inderheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin.

Weke ku tê zanîn van pêlan li Entabê ji teref şaredariyên Entabê ve cûrbecûr konser tên dayîn û mihrîcan tên tertîpkirin ku ev konser û mihrîcan li dijî nirxên manewî, bawerî, çand û orfên xelkê ne. Welatî û rojnamegerên ku ji rewşê aciz in  derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin pereyê xelkê divê bi van tiştên wisa neyê xerckirin, bereks divê bi veberhînanê bê xerc û mesrefkirin.

Rojnameger-Nivîskar Hamza Mercanogluyê ku derheqê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimên destnîşan kir ew mihrîcanên ku bo kêfê tên kirin tiştekî baş nînin, divê ev cûr bername li gor bawerî, çand, orf û kevneşopiya xelkê lihevhatî be û li gor wan be. Mercanoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi şiklekek nîvtazî konser tên dayîn, ev yek nebaş û ne dirist e. Bi rastî jî ev konserên ku li gelek derên Tirkiyê tên dayîn  û mihrîcanên ku tên tertîpkirin li dijî nirxên manewî, bawerî, çand û orfên xelkê ne ku ev yek jî bi destên şaredariyan tên kirin.

Çend welatî jî bertekên xwe wisa nîşan dan:

Mistefa Ademoglu: “Çima ev qas mesref tê kirin, bila ev pere ji feqîran re bê dayîn.”

Ahmet Zulfu Bariş: “ Di pêvajoyeke ku tê de gelek mişkîle rû dane de ji organîzasyonên wisa re hewce tuneye.”

Mehmet Yilmaz: “Mişkîle û problemên hilberînerên fistiqan nayênin zimên.”

Mehmet Polar: “ Bi van organîzasyonên ku tê tertîpkirin û bi van hûnermendan tu maneya nasandina fistiqan tuneye.”

Halîs Kiliç “Ev bernameyên jin û mêr tevlîhev dibin sedema xerabûna exlaqê.”(ÎLKHA)
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Neaşê Mela Abdurrezzaq Tepe hat definkirin
Li Wanê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat
Mehmet Goktaş Xoce: Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!
Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê dest pê kir
Ji HUDA PARê amadehîya “Kongreya Mezin”