Ji Koreya Bakur ceribandineke din a mûşeka balîstîk

Koreya Bakur piştî çend rojan dîsa ceribadineke din a mûşeka balîstîk kir. Japonyayê ku ji ceribandinê re bertekek tund nîşan dadi derbarê mijarê de diyar kir ew ê zêdetir ji Koreya Bakur musahame nîşan nedin.

Koreya Bakur digel qerarên Neteweyên Yekbûyî û bangên navneteweyî  cardin mûşekên balîstîk ceriband. Serokatiya Sererkaniyê ya Koreya Başûr diyar kir mûşeka ku roja duşemê di wextên şeveqê de hatiye ceribandin piştî ku 450 kîlometre li hewayê maye re ketiye Behra Japon.

Di daxuyaniya ku ji teref Koreya Başûr ve hatiye dayîn de hat ragihandin  ji teref Pyongyang ve vêcarê mûşekên Scudê hatiye ceribandin û piştî vê çalakiyê Konseya Ewlehiya Koreya Başûr  civiyaye.

Serokwezîrê Japonyayê  Şînzo Abe di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Ji bo dawî li ceribandina mûşekan bê anîn êdî dê bi Amerîka re  gavên ber bi çav bên avêtin.”

Berdevkê hikûmeta Japonyayê jî diyar kir  ew ê ji provakasyonên her tim ên Koreya Bakur re musamaha neyê kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin