Ji Koreya Bakurceribandina mûşeka balîstîk

Koreya Bakur li herama ku li bakûrê Pyongyanga patyexta Koreyê yeceribandina mûşeka balîstîk kir.

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya  Sererkaniya Giştî yê Koreya Başûr ve di derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat diyarkirin  ew ‘mûşeka ku nehatiye naskirin’ ji nêzî herama Puckhangê hatiye avêtin û nêzî 500 kîlometre li hewayê maye.

Di berdewama daxuyaniya ku ji teref Serokatiya  Sererkaniya Giştî yê Koreya Başûr ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ‘Artêşa me wan nîşaneyên provakasyonê yên artêşa Koreya Bakur ji nêz  ve taqîb dike.

Ji ber ceribandina mûşekê, Serokê Dewleta Koreya Başûr  Moon Jae-in bang li konseya ewlehiyê ya neteweyî kir da ku li Qesra Şîn kom bibin.

Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir heya wan ji wê ceribandina mûşeka balîstîk heye.

Japonya ji ceribandina mûşeka balîstîkî re bertek nîşan da û hat diyarkirin  mûşeka ku hatiye ceribandin ketiye Behra Japonyayê, lê  sehaya egementiyê ya Japonyayê îhlal nekiriye. Di daxuyaniya ku ji teref Japonyayê ve hatiye dayîn de her wiha hat diyarkirin ev ceribandin  tê maneya îhlakirina qerarên Neteweyên Yekbûyî.

Ji teref Koreya Bakur ve ceribandina mûşeka balîstîkî  bû sedem ku  Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiya Neteweyê Yekbûyî jî ji rewşê re bertekeke tund nîşan bidin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe