“Ji li we hikimkirina dewlemendiya xwe bitrisin”

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez li Qonyayê bi karsazan re hat bal hev. Gormez di axavtina xwe ya ku di civînê kir de destnîşan kir pêwîst e ji li mirov hikimkirina mal û serwetê bê tirsîn.

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez ji bo ziyaretinan hat Qonyayê û li wê derê bi karsazan re civînek li dar xist. Gormez di civîna ku li Qonyayê bi karsazan re li dar xist de di derheqê li yekî hikimkirina serwet û mal de axavtinek kir.

Gormez di axavtina xwe de diyar kir  divê  dewlemendî û serwet li mirovan hikim neke da ku mirov ji zikirkirina Xwedê xafil nebe. Gormez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda Teala di Qur’an Kerîm de wiha tarîfa mumin û dewlemendan dike ‘ Danûstandin û ticaret wan kesan ji zikirkirina Xweda, kirina nimêjê û ji dayîna zekatê mahrûm nahêle.’ Em Mislimanên li Tirkiyê  ji her aliyê ve bi mal û milk tên îmtîhankirin. Carinan em dikin îmtîhanê winda bikin. Bêşiphe Xweda muqtedîr e ku temamê malê ku daye bistîne. Divê em tu car li ser xwe ve neçin û sist nebin. Divê em zêdetir bixebitin. Hûn dixebitin, Xweda bereketê bide. Pir bişuxilin  û dewlemend bibin. Ji dewlemendbûne qet netirsin, lê ji tiştekî bitirsin. Ji li qelbên we hikimkirina  dewlemendiyê bitirsin. Ji li we hikimkirina dewlemendiya xwe bitrisin.”(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe