Ji Lîderê HAMASê ji Amerîka re: “Tevlî meseleya karê navxweyî yê Filistînê nebin”

Yahya Sînvarê Lîderê HAMASê piştî serkeftina berxwedanê ya li dijî siyonistan daxuyanî da endamên çapemenîyê yên mehelî û bîyanî.

“Ji bo di navbera Filistîn û gelê me de tevlîhevî û nelihevkirin derkeve hewl nedin û xebata nekin, vêcarê em ê her derî û hemû tiştî bişewitînin”

Sînvar di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, dorpêça li ser Xazzê bi temametî nehatîya rakirin û dû re derheqê ziyareta Rojhilata Navîn a Wezîrê Karên Derve yê Amerîka de wiha got: “ Tevlî meseleya karê navxweyî yê Filistînê nebin, ev meseleya me ya navxweyî ye.Ji bo di navbera Filistîn û gelê me de tevlîhevî û nelihevkirin derkeve hewl nedin û xebata nekin, vêcarê em ê her derî û hemû tiştî bişewitînin."

Sînvar di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew amade ne bi temamê heza xwe Xazzê ji nû ve ava bikin û dû re wiha got: “Em ê bi temamê hêza xwe Xazzê cardin înşa bikin.Em ê dolareke tenê jî ya alîkarîya ku dê bê kirin ji HAMAS û Qassam re xerc nekin. Ji xwe ji temamê dinyayê têra me ji me destek tê.”




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe