Ji Macron derheqê Barzanî de daxuyanî

Emmabuel Macronê Serokomarê Fransayê derheqê dev ji wezîfê berdana Serokê Birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Serokomartiyê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê weha hat gotin: “Dostîtiyeke baş û qedîm a Fransayê bi  Kurdên Iraqê re heye. Her wiha Franse her tim hewil daye da ku di Makeqanûna Iraqê de ji mafên Kurdan cî bê dayîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin Serokomarê Fransayê ji dev ji kar berdana Serokê Birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî agahdar e û dû re wiha hat gotin: “Serokomarê Fransayê li hember wê rol û erka dîrokî ya Serokê Birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ya di Serokatiya Kurdistanê Iraqê de re hurmetdar e. Serokomar her wisa ji ber ku di şerê li hember DAIŞê de bi saya Pêşmergeyan netîce hatiye standin ji xebatên Mesûd Barzanî re hurmetdar e. Dostîtiyeke baş û qedîm a Fransayê bi  Kurdên Iraqê re heye. Her wiha Franse her tim hewil daye da ku di Makeqanûna Iraqê de ji mafên Kurdan cî bê dayîn. Hilbijartinên ku dê di dahatûyê de li heremê bên kirin dê sûdê bidin qewîbûna demokrasiyê ya li Kurdistanê. Serokomarê Fransayê  ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji ya Iraqê  daxwaz dike ku ew ji operasyonên leşkerî dûr bibin û daxwaz dike bo ku aştiyeke mayînde ya bi desteka Neteweyên Yekbûyî  were Iraqa neperçebûyî serîlêdana gotûbêjê teklîf dike. Fransa  bo gotûbêj  hêsan bibe  dê heftiyên pêşiya me xebatan bide destpêkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin