Ji malbata Sûrîyeyî ya ku dergûşa wê ji sermayê qefilîbû re alîkarî

Li Êlihê ji malbata Sûrîyeyî ya ku gotibû dergûşa wê ya 4 mehî ji sermayê qefiliye û hinek malbatên din yên Sûrîyeyî re alîkarî hat kirin.

Ji malbata Sûrî yê ku rewşa wê pir xedar bû û her wiha dergûşekê wê yê 4 mehî ji sir û seqemê qefilîbû re alîkarî hat kirin. Ji malbata Sûrî ya ku me doh gel ji rewşa wê agahdar kiribû re alîkarî hat kirin.

Ji malbata Sûrî ya ku bebekê wê yê 4 mehî li êlihê ji ber sermayê qefilîbû û her wiha ew malbat di konekê nelihevhatî de dijî re alîkariya cil û berg, şewat û erzaqê hat kirin.

Ji teref Midûrtiya Bajêr ya AFADê ve li 16 malbatên Sûrî yên ku ji şerê Sûrî revîne re alîkariya şewatê hat kirin. Hat ragihandin ku sazî û xêrxwaz jî alîkariya cil û berg û zexîreyê kirin.

Di derbarê malbata Sûrî ya ku ji Hasekî hatibû Êlihê û li Êlihê dergûşa xwe yê 4 mehî ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest dabû de doh agahdarî hatibû parve kirin û mexdûriyeta wê malbetê hatibû diyarkirin. Piştî vê xeberê sazî û xêrxwaz çûn wê herêmê û li herêm tehqîqat kirin û rewşa wan malbatan dîtin. Dûvre ji teref van sazî û xêrxwazan  ve alîkarî li vê malbatê û malbatên Sûrî yên din ku li herêma Êlihê wek penaber bicî bûne re alîkariyên zexîre û cilan hat kirin. Her wiha ji teref AFADê ve jî alîkariya şewatê hat kirin. (ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar