Ji malbatên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin re ziyaretên STKyan berdewam dikin

Rayedarên Şûra-Dera Diyarbekirê malbata mehkûmê bi navê Qasim Erkanê ku ji teref dozger û hakimên FETO ve bi kumpas û komployan hatiye mexdûrkirin ziyaret kirin.

Arîkarê Serokê Şûra-Derê M.Emîn Olgun û endamên lijneya birêvebiriyê ji bo piştgirî bidin Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê, malbata mehkûmê bi navê Qasim Erkanê ku ji teref dozger û hakimên FETO ve bi kumpas û komployan hatiye mexdûrkirin ziyaret kirin.

Di dema ziyaretê de dê Perîşan Erkan di derbarê mexdûrîyeta xwe de destnîşan kir  23 sal e ku lawê wê di girtîgehê de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sûcê lawê min di rêya Xwedê de kirina xizmetê ye.Ev bû 23 sal lawê min di girtîgehê de ye.Lawê min bi kumpas û komployan hat girtin.Ew kesên ku ceza dan lawê min a niha hatine girtin. Wek mînak Serokê Heyeta Mehkemê Dundar Orsdemîr û Dozger Mehmet Alî Pekguzel  ji ber endambûna FETO hatin girtin. Ev her du kes ceza dabûn lawê min.Em efûyê naxwazin.Ez ji bo lawê xwe darizandineke nû teleb dikim  da ku bêsûcbûna lawê min eşkere bibe.

Arîkarê Serokê Şûra-Derê M.Emîn Olgun û endamên lijneya birêvebiriyê jî di dema ziyaretê de piştgirî û destekên xwe ji bo malbatê anîn ziman û balan kişandin li ser kumpas, komplo, neheqî û bêhiqûqiyên ku ji teref FETO ve hatine kirin.Dû re M. Emîn Olgun di debarê mijarê de wiha axivî: “Pêwîst e ew Yûsufiyên ku bi kumpas û komployan nêzî 25 salan di girtîgehan de tên girtin ji nû ve bên darizandin.Edaleta ku dereng dimîne ne edalet e.Hikûmet dikare komîsyoneke saz bike û van mehkûman ji nû ve bidarizîne.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye