Me rewşa malbata Sûrîyeyî yê ku dergûşekî wê ya 4 mehî ji ber sir û seqemê qefilîbû di raya giştî de diyar kiribû. Piştî vê yekê wek bersîva vê mexdûriyetê van malbatên mexdûr di malên ku di navenda bajêr de ne hatin bi cî kirin.
Ji bo malbatên Sûriyeyî yên ku di konên nelihevhatî de dijîna ji teref Walîtiya Êlihê ve avahî hatin temîn kirin.
Ji 16 malbatên Surîyeyî yên ku ji şerên Sûrî revîbun û hatibûn di bajaroka Balpinara Êlihê de bicî bûbûn re alîkariya zexîre, cil û berg û şewat hatibû kirin. Piştî vê yekê rêvebirên Midûrtiya Bajêr ya Îdareya Koç û AFADê li herêm tehqîqat kir. Piştî tehqîqatê ev sazî, malbatên Sûrî ji konan hilgirt û bir di malan de bi cî kir.
Rewşa malbata Sûrîyeyî ya ku diyar kiribû ku dergûşekî wê ya 4 mehî ji ber sir û seqemê qefilîbû hinava mirov dişewitand. Rewşa vê malbatê rojek berê di rojevê de cî girtibû. Piştî nûçeyên di derbarê vê yekê de walîtî van malbatan li malên ku di nav bajêr de bi cî kir. (ÎLKHA)