Ji mexdûrên ku ji terefDêra Katolîk ve hatine tacîzkirin re213 milyon dolar tazmînat

Hat ragihandin ji sala 1980an vir ve ji mexdûrên endamên Dêra Katolîka Avustralyayê re tev de 213 milyon doldar tazmînat hat dayîn.

Berî niha hatibû îddîakirin ku li Dêra Katolîk a Avustralyayê  zarok tên tacîzkirin. Piştî van îddîayan di derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin û di encama lêpirsînê de ji 4 hezar û 445 zarokên ku  tê diyarkirin li dêrê hatine tacîzkirin ji 3 hezar û 66ê wan re tev de 223 milyon dolar tazmînat hat dayîn.

Parêzer Gaîl Furnessê ku di Komîsyona Kraliyetê ya ku lêpirsînê birêve dibe de erkdar e di derbarê mijarê de destnîşan kir pereyên  ku hatine dayîn ji bo tazmînat, tedawî û ji maliyetên qanûnî û yên din in.

Furness di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bûyerên tacîzê yên ku li dêran diqewimin bi şikleke baş nayên ragihandin  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ceribandinên Komîsyona Kralîyetê da nîşan ku  kesên mexdûr ên ku hatine tacîzkirin xeberê nadin rayedar û saziyên ku lê tacîz hatiye kirin. Tev de hejmera bûyerên tacîzkirinê yên li dêrên Avustralyayê ji hemera ku tê diyarkirin qet bi qet zêdetir e.”

Furness di berdewama daxuyaniya ku dabû de destnîşan kir di navbera salên 1985 û 2015an de li tevahiya Avustralyayê ji hezarî zêdetir saziyên Katolîk de 4 hezar û 444 zarok bûne mexdûrê îstîsmara zayendî û temenê van zarokên law 11 û yên qîzan jî 10 e.

Mexdûrên îstîsmara zayendî diyar dikirin dema ku ew  tiştên ku hatiye serê wan  newêrin ji malbatên xwe re jî bibêjin  û dema ku dibêjin jî  exlebeyê ebeveynan dibêjin ‘em bawer nakin yekî ku xwe weqfî dêrê kiriye tiştekî wisa bike.’

Kardînal George Pellê rayedêrê ji asta herî jor ê Katolîkê di wan salên borî de destnîşan kiribû zarok baweriya xwe bi dêrê nayînin û ‘xeteyeke mezin’ dikin.

Komîsyona lêkolînê ya ku îddîayên tacîza li dijî zarokan lêkolîn dike daxuyandibû ku bi hezaran zarokên ku berî vê çend rojan hatibûn guhdarkirin bi salan ji teref keşeyên Katolîk ve hatina tacîzkirin.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe