Ji miftîtiya Diyarbekirê ji Helebê re 6 TIR alîkarî

DİYARBEKİR - Ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê û Vakfa Diyanetê ya Tirkiyê ve ji bo mezlûm û mexdûrên Helebê ji Diyarbekirê 6 TIR alîkarî hat şandin.

Ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê û Vakfa Diyanetê ya Tirkiyê ve di bergeha slogana “Li Helebê bila mirovahî nemire” de ji bo mezlûm û mexdûrên Helebê ji Diyarbekirê 6 TIR alîkarî hat şandin.

Miftiyê Diyarbekirê Burhan Îşlîyen diyar kir ku nêzî 300 hezar TL pere hatiye berhevkirin. Dûvre Îşlîyen wiha destnîşan kir: “Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya me 2 hefte berê ji bo Helebê dest bi qempanyayê kiribû. Di bergeha qempanyayê de di mizgeftên me de heta niha herî zêde li Diyarbekirê pere hat berhevkirin. Nêzî 300 hezar TL pere hatiye berhevkirin.”

Îşlîyen diyar kir ku eleqeyek zêde li vê qempanyayê hatiye kirin. Dûvre Îşleyen wiha pê de çû: “Me wek alîkarî erzaq, ard û betanî xwest. Gelê me ya hestyar dîsa ji sobeyên ceyranê yên di malê xwe de heta cil û bergan anîne. Alîkariyên ku tên piştî amadekirinê dê em barê TIRan bikin dûvre 6 TIRan bi rê bikin. Dê em van TIRan teslîmê Buroya Diyanetê ya me ya li Reyhanliyê bikin da ku ev TIR têkevin Helebê. Dê hevalên me jî refaqetê vê bikin.”

Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Ji bo ku em bidin nîşandan ku em umet, yek vicûd, bira ne em niyaz dikin ku Xweda van alîkariyên me qebûl bike. Em temenî dikin di serî de Heleb Sûrî, Iraq û li kû derê erdnîgarek mezlûm heye bila birayên me yên li wir jî baş bibin.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye