Jı Mısr Û Lîbyayê Tepkî

Li Emrîka filmeke ku haqeret li Îslam û pêxemberê me dikir hatibû çêkirin

Jı Mısr Û Lîbyayê Tepkî
Bı Sedan Kes Fîlma Emrîka Ya Ku Heqaretî Îslamê Dıke Protesto Kırın

Li Emrîka filmeke ku haqeret li Îslam û pêxemberê me dikir hatibû çêkirin. Li Misrê millet ji bo ku vê fîlmê protesto bikin li Qahîreyê li ber sefaretxana Emrîka civiyan. Bi sedan kes di aleyhê Emrîka  de slogan avêtin gotin “mal û canê me ji pêxember re feda bin.” Hinek ji wan hilkişiyan ser dîwarê sefaretxanê û alaya Emrîka daxistin. Ji ber vê yekê jî ordiya Misrê yekîneya eskeriyê şande wir. Protestovanan xwest ku sefîrê Emrîka Misrê terk bike, sefîrê Misrê jî ji Emrîka bê vekişandin. Protestovanan diyar kir ku heta dengê wan bê bihistin û xwestinê wan bên cîh, ewê protestoya xwe dewam bikin. Hat îfade kirin ku filehên qiptî jî destek dane protestovanan.

Her wiha do jî li Lîbyayê bi sedan kes li ber sefaretxana Emrîka civiyabûn û protesto li dar xistibûn. Protestovan bi slogan û panqartan di aleyhê Emrîka de meşiyabûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be