Ji Mûxalîfan Îşareta Diyalogê

Serekê mûxalefata Sûriye Mûaz Xetîb, îşareta diyaloga bi rejîma Esed re da.

 Serekê mûxalefata Sûriye Mûaz Xetîb, îşareta diyaloga bi rejîma Esed re da. Xetîb ji kenala El Erabiyê re beyan kir ku, ji bo sekinandina xwînê, amade ne ku, bi Farûk Şarayê temsîlkarê Esed re, werin ba hev û dest bi muzakereyan bikin.

Mûaz Xetîb wiha got “Şara jî ji destpêka qirîzê heta niha zane ku, hinek tişt ne di rê de ne. Şara ji hêla dewletê ye, lê ev nayê vê me’neyê ku, emê pê re muzakeran nekin. Divê rejîm tewrekî nîşan bide. Em di ber menfîeta xelkê de destê xwe dirêj dikin.”

Wekî tê zanîn mûxalefetê, ji bo destpêkirina muzakereyan, şert û merc pêş dikirin ku Beşar Esed dev ji wezîfê berde. Farûq Şara jî di nava meha Kanûnê de beyan kiribû ku, Esed tewrê xwe guherandiye û îhtîmal heye ku, bi mûxalefetê re li masê rûne.

Tê gotin ku Farûq Şara ev serê 22 sal e ku wezîrtiya karên derve dike.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin