Namzetê Hur Zekerîya Yapicioglu xebatên xwe yên hilbaijartênê didomine. Yapıcıoglu got “Divê dewlet ji ber zilmên ku li kurdan kirine ji kurdan lê borîne bixwazxe. Her wiha tu kes nikare li ser navê kurdan ji ermenîyan lê borîne bixwaze.”
Yapicioglu axavtina Serokomar Recep Tayîp Erdogan bi bîr anî û axavtina Erdogan wiha rexne kir: Birêz Erdogan di sala 2011an de li qada şaredarîya Mûşê gotû bû, 'Êdî pirsgirêka kurd tuneye. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Berî vê çend meha dîsa bi heman avayî axifî. Birêz Erdogan di axifandina xwe ya herî dawî de wiha gotû bû ‘ Ji îro pê ve kî bibêje ku pirsgirêka kurd heye, cudatîyê dike.”
“Kurd xwedîyê vî welatî ne”
Yapicioglu di derbarê kurdan de jî wiha ragihand: Divê kanûna bingehî (qanûna esasî) were guhartin. Lewra ev welat bi têkoşîneke hevkar ji teref kurd û tirkan ve hat damezirandin. Ya hûn ê qebûl bikin ku kurd û tirk bi hevdu re vî welatî damezirandine yan jî hûn ê qet behsa tirk û tirkîtîyê nekin.”
“Hinek kes li ser navê me ji wan kesên ku misilmanan qetil kirine lê borîne dixwazin”
Yapicioglu wiha dawî li axaftina xwe anî :Di vê sedsela dawî de li Agirî, Dersim, Zîlan û cihên cûr bû cûr qetlîam û komkujî hatin kirin. Divê dewlet van qetlîama qebûl bike û divê bi şiklekî fermî ji kurdan lê borîne bixwaze. Tiştekî din heye ku bi serê min nakêve. Ermenîyan di wextê xwe de bi hezaran gund dorpêç kirin û misilmanan qetil kirin. Di ser vî rewşê de hinek kes dirabin û li ser navê kurdan ji ermenîyan lê borîne dixwazin. A ku hatîye qetilkirin em in û hin dirabin di ser vê rewşê me de ji hinek kesan lê borîne dixwazin.”(ÎLKHA)